10:10 م - السبت أكتوبر 21, 2017

KIRÎZA REWSHENBÎRIYÊ DI VÊ QONAXA DEMÎ DE

214 Viewed ceo 0 respond

Di vê qonaxa demî de rewshenbîrî di nav kirîzekê de dinalêye. Ya rast rewshenbîrî bi wateya xwe ya berê hema-hema nemaye. Hinek sedemên vê yekê hene û van sedeman dikarin ligor rewsha welatan ji hev cuda bin. Bi gishtî û kurtî hinek sedemên ku rewshenbîrî xistin nav kirîzê evên li jêr in:

– Pêshkevtina teknolojiya peyendîgirêdanê û mîdyaya civatî

Hebûna înternêtê û hêsaniya peywendîgirêdanê û bidestxistina agahiyan pêdivî bi xwendina rojnameyan, kovaran û pirtûkan kêmtir kir, yan dema ji bo wan dihat terxankirin da sînorkirin. Li milê din, jimareke bilind ji ciwanan bi saya wê pêshkevtinateknolokjî xwe wek ”rewshenbîr” hest dikin, bêyî haydariya ji hîmên bingehîn yên rewsenbîriyê.

– Îslama siyasî yan tundrê

Xwevejandina îslama siyasî ya tundrê û encamên pê ve girêdayî cîhana me bi shêweyeke berfireh dan guherandin. Li welatên ku rêxistinên îslamî yên tundrê lê hene rewshenbîriya nifshê min dinase hema-hema mir. Li welatên ne musilman bandorên bi babetên cuda yên tundrêbûna îslamî, sherê chekdar yê rêxistinên wek Da’ishê, Elqaîdeyê û yên di bin navên din de û kiryarên terorkarî yên bêjimar bandoreke nerênî ya bi awayên cuda li rewshenbîriyê kir, heta li rewshenbîriya li welatên rojavayî jî.

– Bêtirbûna jmara kochber û ”penaberên” ji welatên belengaz

Beravêtina komonîzmê û bazirganiya siyasî bi nasyonalîzmê, encamên îslama tundrê bi xwe re hanî, gendeliya kûr û berfireh li welatine Asyayê, Afrîkayê, Amerîkaya latînî û rojhilatê Ewropayê; her weha stemkariya dewletan, rêxistinên tundrê û komên chetayan û mafyayê, û nebûna fersendên bidestxistina derfetên ji bo jiyaneke aramtir û xweshtir weha kirn ku bi milyonan kesên ji van welatan û herêman berên xwe bidin welatên rojavayî. Vê yekê bandoreke bêhûde mezin li balansa rewshenbîriya li welatên ”belengaz” hebû kir. Rewshenbîrên wan welatan sal li dû salê kêmtir bûn û rewshenbîriya yên li welatên din bi cîh bûn bi derbasbûna demê re kov bû. Li welatên mazûvan, li milê din, pêlên kochberan û penaxwazan hevwelatiyên wan yên rewshenbîr kirin du beshan. Di navbera hevrikiya her du beshan de rewshenbîrî hat brînkirin û qelskirin.

Di rewsha îroj de yê bixwaze xwe bi ”rewshenbîriya” bilind ve mijûl bike, divêt li pirtûkên klasîk vegere, yan hinek pirtûkên kêmkimar û gotarên dirêj bixwîne, lê naveroka van pirtûkan û gotaran heye ku ne her dem li gor jêhêvîkirinê be. Hinek ji rewshenbîrên nivîskar yên rojava hewl didin ”ramanên mirovahî” li ser hesabê xarkirina rastiyê, heta binpêkirina baweriya xwe ya shexsî jî, di nivîsarên xwe de ragihîninm da ku xwe wek ”rewshenbîr” pishtrast bikin. Rewshenbîriya mîdyayî, li milê din, hema-hema nema heye. Naveroka raport û gotarên bi rêya chapemeniyê xwe digihînin xwendevanan bi gelemperîkirinê, dubarekirinê, kopîkirinê, razekîkirinê û rotînan misht in. Chend rêzên di destpêka ragîhandinê de ne tê de, rêzên manî fish in. Li milê din, awayekî nû ji propagandayê û hunera ragîhandina derewan wek ”rastî” xwe xistiye nav mîdyayê. Heta bi hinek dezgehên ku demekê bo ”objektîvbûna” (’mewzû’îbûna) wan sond dihat xwarin, rastiyê xar dikin, chiqa hinek ji wan xarkirina rastiyê bi ”armancên mirovahî” ve girê bidin jî. Di gellek bernameyên radyo û televizyonê de kes û ne-kes wek ”pispor” dihên pêshkêshkirin. Yek ji sedemên nizmbûna radeya kalîteya mîdyayê zêdebûna jimara dezgehan û ragîhandina 24-sa’etî ye, ku bandoreke nerênî li kalîteya naveroka ragîhandinê dike.

Di nav Kurmancan de hîn bi ser de nexwendina/nenivîsandina bi zimanê komê heye, ku dibe kevirekî din yê rêbirrîna li rewshenbîriyê. Chiaq lêkolîneke rêk-û-pêk di vî warî de nebe jî, guman tê de niye ku bi kêmasî ji sedî 90ê Kurmancan di warê pirtûk û gotarên rewshenbîrên bîst salên par de bêyî haydarî ne. Bi gotineke din, rewshenbîrî, bi kêmasî rewshenbîriya bi Kurmancî di nav xelekeke pirr teng de maye û belav nebûye.

Da ku gotar dirêjtir nebe, bila xwefirotina rewshenbîrî û sextekirina rewshenbîriyê li aliyekî bimînim.

(Shahînê Soreklî: 29/07/2017)

Gelê Kobanî Giyanê Berxwedaniyê ne

Komonîzm di Navbera Teoriyê, Jêhêvîkirinê û Rastiya li ser Erdê de