3:13 م - الأربعاء ديسمبر 17, 5113

Şervan derbasî taxeke nû bûn û 13 çete hatin kuştin, 5 hatin girtin.

522 Viewed ceo 0 respond

….
Reqa- di pêşveçûnên şervanên QSD e de, iro di seatên sibehê de derbasî taxa Nehda bûn û gelek nuqteyên stratijik rizgar kirin.

Şer li 6 taxên bajar bi dijwarí diqewime, û pêşveçûnên şervanên QSD e li çar aliyan berdewam e. ji seatên derengiya şev de şer di navbera şervanan û çeteyên Daişê de rûdide, di encamê de 13 çete hatin kuştin, 5 çete jî bi saxî hatin girtin, û erebeyeke bombebarkirî hat ruxandin.

Li taxa NEHDA ya dikeve bakurrojavayê bajar piştî ku şervan pêşve çûn û beşek mezin ji herêma Mesakin IDIXAR rizgar kirin, karîbûn hin nuqteyan ji taxa Nehda bixin bin kontrola xwe, û di encam de 8 çete hatin kuştin, 3 çete di şer de hatin girtin.
Li taxa Nezlit şehade jî şer li derdora dibistana Tariq şer derket, 3 çete hatin kuştin, erebeyeke bombebarkirî hat ruxandin û hejmarek cebilxane ket destê şervanan.

Li taxa Rewda ya bakur rojhilatê bajar şervan çend kolanan pêşve çûn, di encam de 2 çete hatin kuştin 2 bi saxî hatin girtin.
Bi vî rengî Pêşveçûnên şervanan di 7 taxan de dibe, ev tax jî wiha ne ( Rewda, Reqa kevin, Hişam bin Ebdulmelik, Nezlit Şehade, Dereyê, Nehda, Berîd )

Roni Elî: Werisê evîndariyê

Yekem Fakulteya Leşkerî hate vekirin