6:30 ص - الخميس أغسطس 17, 2017

Xwefiroshê Felekê!

38 Viewed ceo 0 respond

Xwefiroshê Felekê!

Shahînê Bekirê Soreklî

Xwefiroshê Felekê! Wekî di hemî qonaxên dîroka mirovan de, te deriyên xwe pirraniya caran ji ewên ne layiqe rêzlêgirtinê re vekirin, da ku jiyan û cîhana kesan bi rengên rengfirosh û peyvfiroshan biniximînin. Te yên ne layiqe rûmetê li ser pishta dîwane û sherpezeyan bi nav û deng kirin û yên ji xwe û mirovahiyê re rêzgir bêhêz kirin. Di nav kolanên vê dunyayê de li rindiyê geriyam, yên rind tê de ne hindik bûn, lê rindî gellekî kêm bû. Min da û da û da û hew dît ku dayîn ne menawêla germkirina motora xwedîlixwederketinê ye. Ev gel yên pesna xwe û wî didin dixwaze, chimkî azepîkirina ji pesindaran re her xwaztiye û dixwaze.

Xwefiroshê felekê! Bala xwe bide dezgehên wan yên ragîhandinê! Bala xwe bide bijîkarhênerên wan! Bala xwe bide ellahûekberiyên vê cîhanê! Na, na, bala xwe medê; ma ne te ew afirandin û bi firran xistin. Tu û wan yên hev in.

Xwefiroshê felekê! Min wenda kir heqîba hêviyê, xweshbînî li pêsh chavên min bû reshbînî û bi encamê ketim rêchika gerra li kêfxweshiya di nav gola ezotiyê de. Lê dereng mam, pirr dereng mam. Gola ezotiyê nema ji bo avjinîkirina yên wek min ta radeya bilind guncav e, ez dereng lê geriyam!

Bala xwe didim ragîhandinên dezgeh û rojname û kovarên vê cîhana ketî nav qonaxeke seyr. Dibînim ku ez û vê dunyayê nema bi hev re hêvan digirine. Nema dizanim ger ez mastê tirshbûyî me, yan ew shîrê qetiyayî!

Xwefiroshê felekê! Weha xuya ye ku bi saya te xwefiroshî bûye sûdmenda ji bo berjewendiyê. Kesê xwe bi xwe nede firotan dê zû bi zû firoshkarên xwe nebîne, ji bilî zarokên li aliyên talihresh yên vê cîhana xwefirosh sêwî manî. Ji bo wan firoshkar û firoshgeh bêsînor in.