10:15 م - الأحد سبتمبر 24, 2017

Roj baş Kobanî

139 Viewed ceo 0 respond

Belgefilm ber destê sibeheke nîv tarî, bi çûyîna Dilovan Kîko ya ber bi navenda radyoyê ve didome û bi awayekî du perdeyî dimeşe. Li aliyekî vegotina Dilovan a li ser jiyanê weke nameyeke bi deng, li aliyê din bûyerên rasteqîn ên şerê Kobanê û li gel stranên Kurdî avakirina Radyoya Kobanê.

ARGEŞ KEHNÎHEJÎRÎ/NAVENDA NÛÇEYAN

‘Ji bo zaroka min a hîn nehatiye dinyayê. Ez vê çîrokê ji bo te dibêjim. Çîroka Radyoya Kobanê. Ev çîrok a bajarê min e. Çîroka min û te ye û bi me re jî ya sedên din e.’ 

‘Roj baş Kobanî! Hûn bi xêr hatin bernameya Roj baş Kobanî, bi we re ye Dilovan Kîko. Ez bi hêvî me hûn rojeke xweş derbas bikin bi me re.’ Ev çend hevok in ku spîkera Radyo ya Kobanê bi dengekî zelal û gurz di destpêka belgefilma bi navê Radyo Kobanî de pêşwaziya guhdarên xwe dike. Ev belgefîlm yek ji berhemên derhênerê Kurd Rêber Doskî ye ku dîmenên wê di wan rojên giran ên şerê Kobanê de hatine girtin; ev demeke li  festîvalên fîlman digere û xelata Armsterdam a belgefilma herî baş jî di nav de hêjayî gelek xelatên navneteweyî hatiye dîtin. Dîmenên belgefilm bi keda Doskî û hevkarên wî yên Holandî li Kobanê hatine girtin ku bi danîşana avakirina radyoyekê li Kobanê, ji nû ve avakirina Kobanê vedibêje. Derhêner Doskî ew hesta di wan rojên giran de berê wî dayî Kobanê li gel şîroveyên li ser sînemaya Kurdî ji rojnameya me re vegot.

Di wan rojên şerê li Kobanê gurr bûyî de yek ji Kurdên xwedî xîret ku dixwest tiştekî bike ji bo bibe piştgir ji bo Kobanê derhêner Rêber Doskî yê li Holandayê zêdetirî 20 salan nîştecih e. Ew difikire, ‘Ez dikarim çi bikim?’ Doskî dibêje, piştî ku têgihişt divê tiştekî bike biryarê dide biçe Kobanê û wiham dewam dike: “Min jî weke her Kurdekî ji xwe re weke erkekê dît ku divê ez tiştekî bikim. Lewma min biryar da ez herim Kobanê û wî dengê li wir bigihînim xelkên din. Da ku bibin piştgir û piştî lêgerîneke zehmet min televîzyoneke Holandî qaneh kir ku ji bo min bibe sponsor. Piştî vê yekê min rahişt kameraya xwe û min berê xwe da Kobanê.”

Dikanên vala, pênûs û lênûsk

Fîlm xwerû bi Kurdî ye lê bi devoka Kobanê ye. Doskî di şexsê jineke bi navê Dilovan Kîko de jiyana rasteqîn a li Kobanê aniye ser perdeya spî.

Doskî cara pêşî bê bername diçe Kobanê û ji bo hin xebatên li ser şer û şervanên YPG’ê dîmenan digire ku di nava wan de belgefilma Sniper û ya li ser Şehîd Viyan Peyman jî hene. Doskî îfade dike ku atmosfera Kobanê gelek têsîr lê kiriye û dibêje, “Cara pêşî, gava ez çûm Kobanê min li wir dît, li wî bajarê vala bûyî li ber her dikanekê lênûskek û pênûs heye ku xwediyê wan cihan ewder berdabûn. Wan rojan terikandin weke tiştekî asayî bû, lê min li wir tiştek dît. Di nava wî şerî de şervanan qanûn danî bûn. Her kesê dikete yek ji wan dikanên vala, tişta dibir li wir dinivîsand û pereyê wê tiştê didanî. Bifikirin tu şervanekî ji cihekî xerîb hatî lê ev yek li ser te jî ferz e. Vê yekê gelekî têsîr li min kir. Lewma min hest bi careke din çûyînê kir.”

Me dizanî zehmet e lê me dizanî YPG heye

Di belgefilmê de bîner pêşî spîkerê yanî Dilovan Kîko nas dikin. Kîko yek ji gelek kesên Rojavayê Kurdistanê ye ku xeyalên wan bi şer re nîvçê mane. Weke jineke ciwan Dilovan di temenê çûyîna zanîngehê de ye û ev çûyîn xeyala dayika wê ya herî bi xwezî ye. Lê ev xeyala wan her bi xweziyê re bi sînor dimîne û pêk naye.

Doskî îşaret bi zanîna zehmetiyên rêwîtiya xwe dike û dibêje, “Min bi çend hevalên xwe yên Holandî re kamerayên xwe hilgirtin û me berê xwe da Rihayê. Beriya em biçin ya rastî bi me hemûyan re tirs hebû. Me dizanî şer e, rewşeke giran e. Lê ev ji bo me ne gelekî girîng bû. Tişta me li ser guman dixwar, çûyîn û gihaştina Kobanê bû. Me dizanî, heger em xwe bigihînin YPG’ê êdî tiştek bi serê me nayê û ew ê me biparêzin jî. Ev bû jî, carinan hevalan xwe dida ber fîşekan da ku me biparêzin. Dema ku em çûn wextê şerê giran bû. Kobanê cihekî wisa ku 80 ji 100’ê wî hatibû hilweşandin. Em li ser vê yekê fikirîn ka gelo em çawa dikarin vê xirakirinê bi carekê bidin nîşandan. Mixabin derfet tine bûn. Lê heval hebûn wan dilsozan dronên xwe yên ji bo karê eskerî bi kar dianîn, dane ber xizmeta me û me dîmenên vî bajarê hilweşandî da ber qeydê.”

Ji nû ve şînbûna bajarekî

Belgefilm ber destê sibeheke nîv tarî bi çûyîna Dilovan Kîko ya ber bi navenda radyoyê ve didome û bi awayekî du perdeyî dimeşe. Li aliyekî vegotina Dilovan a li ser jiyanê weke nameyeke bi deng, li aliyê din bûyerên rasteqîn ên şerê Kobanê û li gel stranên Kurdî avakirina Radyoya Kobanê.

Doskî mebesta xwe ya bi nameyê wiha vedibêje, “Min xwest ev belgefilm ji bo herkesên xwedî wijdan bibe hişyariyek. Lewma şîretên me hene di vê nameyê de bi aweyê veşartî. Ji bo fîlm em 8 caran çûn û hatin û herî dawî meha heftan a 2016’an em çûn. Her cara em diçûn bi qasî mehekê em li wir diman. Lazim e ev yek, ji ber ku em ji nû ve şînbûna bajarekî bînîn zimên.

Zarokên çavdêr ên terman

Di nava fîlmê de mirov dibîne ku termên DAIŞ‘iyan li ber çavên zarok û jinan tên derxistin, lewre mirov meraq dikin, çi sedem e ku ev dîmen hatine dayîn. Doskî dibêje, “Gava me montaj kir minaqeşeyeke gelekî mezin li ser van beşan çêbû. Ewrûpî ji bîr dikin ka gelo li wan cihan çi dibe. Min xwest ez bînîm ber bîneran li welatê me çawa zarok neçar in bi roj li derxistina terman çavdêr bin û êvaran biçin malên xwe razin.”

 

Kobanê neket!

Kîko li gel hevala xwe Bîter ku ew herdu bi rastî jî xebatkar û rêveberên radyoyê ne karê xwe dimeşînin. Carinan berdevkên YPG’ê dikin mêhvan carinan jî ew dibin mêhvan li kolanekê, li kampekê bi şervanan re bi penaberan re. Di nava dîmenan de hêmayên Kobanê dîtbar in. Şerê mal bi mal, sekvanên li ser xaniyan û termên DAIŞ’iyan. Her wiha tilîliyên YPJ’iyan li gel teqîna fîşekan û gerandina govendê di her fersendê de. Vehûnandina bûyeran dike ku bîner xwe di nav şer de yan jî di nava xûlekeke govendê de hîs bike. Doskî anî ziman ku tişta herî muhîm ew bû ku bi têsîrkirinê peyama xwe bide û wiha pê de diçe, “Rola wê ya herî girîng ew bû ku wê radyoyê ev awaz dilind dikir, ‘Kobanê neket!’ Di çûyîna xwe ya didûyan de gava em ji Pirsûsê diçûn Kobanê di otomobîlê de min dengê Dilovan Kîko bihîst. Şifêrê otomobîlê ji min re got, ev radyoya Kobanê ye. Em jî wek her Kurdekî bi rêya qeçax bi şev diçûn Kobanê. Her em nêzî sînor dibûn ew deng dihate min. Roja diduyan ez bi dizî derbas bûn û min xwe gihand navenda radyoyê û min ew nas kir. Min biryar da ez di şexsê avakirina radyoyê de rabûna ser piyan a Kobanê bînim ser perdeya spî. Ji ber ku gava şoreşgeran ew deng dibihîst hebûna wan dihat bîra wan!

Piştî şikestina DAIŞ’ê 

Belgefilm bi têkçûna DAIŞ‘ê re rengekî nû vedihewîne. Rengê jiyana asayî ku êdî xelk vegeriyana Kobanê, dikan vebûne, berber porên xelkê kur dikin, çîveçîva çivîk û zarokan li kolanan û di dawiyê de Dilovan Kîkoya bi hezkiriyê xwe re dizewice. Doskî ji bo bi dawîkirina dîmenan a bi zewacekê dibêje,  “Pêwîst bû em nîşan bidin ku li vî bajarî êdî jiyan asayî dibe. Zarok dikarin li kolanan bileyîzin, hezkirî bikarin bigihin hev. Ji xwe DAIŞ li wir têk çû, radyo veguhezî cihekî baştir. Lewma me bi vî rengî bi dawî kir.”

 *(Ji destpêka dokumanterê gotinên Dilovan Kîko)

Sêwirandina sînemaya Kurdî lawaz e

Doskî ji hin hêlan ve Kurdan li paş cîhanê dinirxîne û dibîje, “Em ji hêla civakbûnê ve mixabin hîn nekemilîne. Lewma em ji gelek hêlan ve li paş mane. Ev yek li ser çêkirina fîlman jî xwedî têsîreke ne baş e. Wek mînak studyoyên me ji bo fîlman tine ne. Lewma fîlmên me bi tişta heyî tên amadekirin. Yanî em diçin gundekî ango bajarekî kamerayê li tişta heyî digerînin û dikin fîlm. Lewma sêwirandin lawaz dimîne. Niha li Hewlêr studyoyek heye bi navê ‘Babîlon’ û baş mezin e. Ez hêvî dikim ku wê ev der ji bo xebatên baş bibe derfetek. Lê belê heger bidin ber sînemaya cîhanê ji hêla bikaranîna kamera, danîna senaryoyê ve em hîn lawaz in. 

Pêşî ez bêjim Yilmaz Guney ne tenê navek e, ew rihek e. Lewma divê bi hemû kesên gazincan dikin wî rihê afirîner ji xwe re bikin cihê jê hêzgirtinê. Kesên niha bi çanda xwarinê re mijûl in. Lewma em ji wî rihî dûr ketine. Ev rexneyeke ji bo herkesî ku divê li serê were fikirîn. Li gel qebûlkirina vê rexneyê, divê em zanibin ku êdî sektora sînemayê girêdayî perayan bûye. Ev yek jî dike ku ew rihê me lawaz bibe. Mînak Rêber Doskî fîlmekî çawa çêdike? Min ji bo kamerayê ji hin hevalên xwe rica kiriye ku werin alîkariyê bidin min. Edîtorê fîlmê bi heman awayî min dîtiye. Lê heta bi ku ev yek dibe. Carekê, du caran. Cara sisêyan her çendî heval jî bin dibêjin li min negire. “

Kurdî sînoran radike

Mebesta min bi sînoran ne tenê ew parçekirina cografîk e. Di hêla rakirina sînoran de divê em pêşî dorgirtina li zimanê xwe bişkînin. Gava aktorên me bi Kurdiyeke zelal axivîn, ev yek ê têsîrê li bînerên fîlman jî bike. Helbet bersiveke xurt e jî ji bo dijminên zimanê me. 

Doskî tîne ziman ku sînemaya Kurdî li ser êş û azarên Kurdan e û dibêje, “Di salên 90’î de civaka Kurd kete merhaleyeke nû û di gelek beşan de xebatên cihêreng hatin birêvebirin. Di nava van xebatan de bêguman sînema jî hebû ku ew sekinandin êdî dibû livandin û berhemên nû dihatin çêkirin. Nasîna min a sînemaya Kurdî bi Yilmaz Guney re çêbû. Dihête bîra min, me bi dizî fîlmên wî dianîn mal û me li wan temaşe dikir. Di van salên 90’î de li penaberiyê sînemaya Kurdî ber digirt. Kesên ku di wê çaxê de dest bi sînemayê kirin xebatên baş afirandin, wek Behmen Qubadî. Mirov dikare bibêje sînemagerên Kurd bi wextê xwe ve bi rê ve diçin. Bêhtir li ser nexweşî û bûyerên bi Kurdan ve girêdayî xebat têne meşandin.

Asta sînemaya me mirov dikarê bi xwexuyakirina derhêneran vêbeje. Em derhênerên Kurd hîn xwe wek şoreşgeran didin xuyakirin. Sedema vê yekê jî ew e ku gelê me hîn bindest e û welatê me dagirkirî ye. Lewma em bêhtir trawmayên gelên xwe bi kar tînin. Heta êş û trawmayên gelekî ku roj bi roj girantir dibin, zehmet e darîçavkirina evîn û xweşiyê derkeve pêş. Wek ku tê zanîn beriya rewş giran bibe, li welêt hin berhemên li ser jiyana rojane ku evîn jî dihewand, ketin ber kemareyan. Lê mirov bi van tatmîn nebûn. Ji ber ku gava bîner pal didin û li tiştekî temaşe dikin li wî cûre tişt digerin ku ji wan be ango ne xerîbê jiyan û pirsgirêkên wan be. Mixabin îroj li seranserê Kurdistanê dagirkirineke giran û şerekî li hember vê heye. Li gel rastiyeke wiha heger em kadraja xwe bidin ser mijarên dûrî vê rastiyê, belê wê berhem derkevin lê ji bo kê? Bi misogerî wê ne ji bo Kurdan bi xwe bin.”

Bi civakbûnê wê bi pêş keve

Doskî anî ziman ku sînemaya Kurdî wê bi civakbûna Kurd re bi pêş keve û wiha pê de çû: “Bêguman sinemaya Kurdî wê bikemile, lê merhele merhele. Niha em di wê merheleya trawmayan de ne. Lewma divê pêşî li ser mijarên rasteqîn ên civakê bi hizirin û li wan hûr bibin. Mînak fîlma ‘Min dît’ gava mirov berê xwe dide vê fîlmê her êş û sernexweşî ye. Serboriyên gelek jin û zarokên Kurd bi nihêrîneke cihê aniyê pêş berî civakê. Divê were zanîn heman bûyer li Başûr jî hebûn. Bê şik, li welatê me mijarên qeşeng heta tu bibêjî bes hene. Lê ev yek dixuliqe û wê bi guherîna pêwîstiyên civakê re bimeye.”

Bi sînemayê em dikarin sînoran rakin

Li ser parçebûna Kurdistanê Doskî tîne ziman ku sînemagerên Kurd dikarin vê parçebûnê bê wate bikin û dibêje, “Barekî giran li ser milê sînemagerên Kurd heye. Em sînemagerên Kurd dikarin bi rolekê rabin ku parçekirina welatê xwe tine bikin. Ev yek di hin fîlman de pêk hatiye jî. Mînak gava mirov li ´Dema Hespên Serxweş´ ê Behmen Qubadî temaşe dike vê yekê dibîne. Teqez divê em bi vê rolê rabin û sînemaya Kurdî qevzeke mezin di vê rêyê de biavêje. Ji ber ku ev yek nexweşiya me hemû Kurdan e û bi me ketiye. Pêwîst e, em kesên bi huner re elaqedar xwe li ber vê nexweşiyê bigirin û sînoran li ber xwe daneynin. Mebesta min bi sînoran ne tenê ew parçekirina cografîk e. Di hêla rakirina sînoran de divê em pêşî dorgirtina li zimanê xwe bişkînin. Sînemaya Kurdî pêşî dikare wî sînorî rake ku li ser zimên bi awayekî dijwar hatiye danîn. Ev yek jî bêguman bi Kurdî çêkirina fîlman dibe. Gava aktorên me bi Kurdiyeke zelal axivîn, ev yek ê têsîrê li bînerên fîlman jî bike. Helbet bersiveke xurt e jî ji bo dijminên zimanê me.

Êşên me yek in

Doskî tîne ziman ku fîlmên ku ew çêdike trawmayên wî û malbata wî bi xwe ne. Doskî dibêje, “Gerek hunermendek xwe bi xwe hidûdan daneyne ji bo xwe. Her cihekî êşên me lê hebin, divê em karibin destê xwe bigihînin wî cihî. Ez bi xwe ne hizbê ti kesekî me. Divê em Kurd karibin vê yekê pêk bînin pêşî yanî hevdu tewanbar nekin ji bo hizbîtiyê. Fîma min a yekemîn jî êşeke giran a Kurdên Bakurê Kurdistanê tîne pêşberî bîneran. Êşa penaberên Kurd ên li nav bajarên Tirkan e. Ewên gundên wan hatî xirakirin. Mijara fîlma min a yekemîn jî ev êş û azarên van Kurdan e ku li bajarên Tirkan erd negirtine. Gava tu niha xwe berdî nav Başûr, Rojhilat û Rojava jî tê tûşî heman êşê bibî. Li vir divê em pirsekê ji xwe bikin. Heger em li pey hizbîtiyê bûna, me yê çawa karîbiya ev mijar hilbijarta. Wekî din ev fîlm êşên min û malbata min bi xwe ne.”

Jînegeriya Doskî

Derhêner û rejîsor Rêber Doskî zêderî 20 salan e li Holandayê dijî, ew weke penaber hatibû vî welatî. Ji bajarê başûrê Kurdistanê Dihokê ye. Nevî û kurê peşmergeyan e. Ji malbateke xwedî nirxên Kurdewar e. Sala 1990’î li gel gelek Kurdên malbata wî jî neçar maye koçî Bakurê Kurdistanê bike. Lê piştî demeke kurt vedigerin cihê xwe. Her wiha xwîşka wî ya mezin têkoşereke PKK’ê bûye ku di nava refên wê de şehîd bûye. Ji 2009’an heta 2013’an li ser derhêneriyê zanîngeh xwendiye û jê mezûn bûye. Yekemîn fîlma xwe li Bakurê Kurdistanê bi navê ‘Bang’ çêkiriye. Li ser penaberên çûyîn bajarên Tirkan ku asîmîle bûne û vegara wan a li gundan, daye ber xwe.

Doskî tîne ziman ku jiyan kelehek e û deriyê pêşî yê diçe wê kelehê huner e. Lewma wî huner hilbijartiye. Piştî fîlma Bang, li ser keçikeke penaber a li Holandayê kurtfîlmek çêkiriye. Her wiha klîba Şehîd Viyan Peyman a li kolanên Kobanê û Sniper ê li Kobanê jî wî çêkirine. Yekem car di meha 12’an a 2014´an de berê xwe dide Kobanê û ‘Roj Baş Kobanê‘ amade dike. 

Artêşa Tirkiyeyê sînorê Kobanî derbas kir’