10:12 م - الأحد سبتمبر 24, 2017

Siyasetmedarên Kurd û Zimanê Kurdî

55 Viewed ceo 0 respond

صورة ‏رزكار حسو‏ الشخصية ، ‏ربما تحتوي الصورة على: ‏شخص واحد‏‏/Rizgar Hiso/

Di siyaseta kurdan de di nav siyasetvanên kurd îroj bi karanîna zimanê kurdî tê wekî îradeyek û armancekî xurt, divê kurd û bi Taybet siyasetmadar ên kurd li Rojavayê û bi gelemperî li her çarparçeyên kurdistanê, êdî siyaseta xwe bi zimanê xwe yê dîrokî û yê dayikê bikin û ji nav gelê xwe dûr nebin wekî tê zanîn Armancên herî sereke di siyastê de ew ziman e, siyasetvanên kurd eger bi rastî dilsozê gelê xwe û zimanê xwe bin wê helbet di nav û gel û li ber çavê hemû milatan û civakan mezin bin, Ziman yek ji stûnên serekî ya civak û gelekî ye pêşveçûna zimên ji bo vî gelî pir girîng e, gelek kesên me hene bi taybet siyasetvan, ku di nava helwesteke wisa de tevdigerin û dibêjin zimanê kurdî pirr dewlemende û pêşketiye lê ez nizam pê biaxivim, bi zimanê biyanî ka ez ê biaxivim û binivisîn im, ji bo em bêhtir ji hev fêm bikin!!!!! Gelo astengî zimanê me çî ye? Ez ê ji we re bînim ziman……. Astengî ne ziman e, astengî mirov bi xwe ye,her dem mirov dikare hîn be zimanê xwe. ger ser nêt be ger di malperên kurdî de be, bi taybet kesên li derva yî welêt dijî, îroj her miletek pênasîna zimanê xwe dide, Wekî hinek nemûn…… li Erebistanê miletê ereb tên naskirin, li Tirikstanê miletê tirik tên naskirin li KURDISTANê miletê kurd tên naskirin, ji bo vê divê siyaset êdî bi zimanê kurdî ji ber ku ziman ne miharekî piştî şerî ye.Naaaa!!! Ziman mijareke îro ye gava te ziman hişt piştî şer û te şer qezenc kir tu yê piştre gelek tiştên din ji dest te herin, divê hin tişt bi hev re bimeşin! ji ber vê yekê mirov dikare bi zimanê û bi nivîsandina zimanê xwe, xwe îfada bike, û hestên xwe diyar bike û kesayeta xwe îfada bike, di navbera siyaset ê û zimên de têkilîyekî giyanî he ye ji ber ku siyaset ziman hevdû temam dikin, ger me nikaribû bi zimanê kurdî siyaseta xwe bikin em nikarin bêjin ku em gel in!!!! em wê wextê nikarin parastina xwe jî bikin û ne parastina gelê xwe bikin lê hezar mixabin îro dîsa ferman e, li ser zimanê kurdî, îca bi kurdan hatiya fermankirin û ne bi destê neyaran û ne jî desthiltdaran, ji bo ku zimanê me bijî lazime ku em bi dil û can haj zimanê xwe bikin û hemî kurd him siyasetvan û nivîskar û him helbestvan pê binivisîn in û bixwîn in bila xewnên zarokên me bi hêvî û azadiyê bixemilin,

Xwefiroshê Felekê!