11:50 م - الخميس أبريل 19, 2018

Leyla Saliha ji Kobanî ya 110 salî da ser rêyên Almanya

323 Viewed admin 0 respond


Tekane daxwaza Leyla Saliha ku di nasnameyê de 110 salî xuya dike ewe ku neviyên xwe yên li Almanyayê bibîne. Ji bo vê yekê ji Sûriyê çû Tirkiyê lê dema ku di bahra Egeyê re derbas bû, ewlehiya peravan ya Yewnanistan ew girtin. Biryara ketina wê ya Almanya jî dê 2019an de were dayin.
Leyla Saliha 110 salî ji bo neviyên xwe Nesrîn û Bêrîvan ku di sala 2015an de ji ber DAIŞê ji Kobanî reviyabûn û çûbûne Almanya cara dawî bibîne da ser rêyan. Rawestgeha ewil ya Leyla Salih ku kurê wê yê piçûk Ahmed û malbata wî rêhelvatiya wê dikin bû Tirkiye.
JI SÎNOR BER BI IZMÎRÊ VE

Xelîlê ku berpirsiyare rahêje pîrika xwe ya ku nikare bimeşe, dibêje dema em li ser sînorê Tirkiyê bûn me du rojan pir zehmetî kêşand. Dema derbasî Tirkiyê bûne bi otobûsê çûne Izmîrê û li otelekê bi cih bûne. Heta ku qeçaxçiyên mirovan ji wan re gotine hûn diakrin derbasî Yewnan bibin.

Leyla Saliha ku li Atînayê li malekê tê bi cih kirin,tevî neviyê xwe Xelîl, kurê xwe yê bavê Xelîl, Ahmed, bûka wê Zozan, pîreka Xelîl û du zarokan wan re, ji Kobanî derketibû rê.
JI MIDILLI BER BI ATINAYÊ VE

Lê di meha Mijdarê piştî Ewlekariya Peravan ya Yewnanistan bota wan ya lastîkî disekinînin, li girava Midilli li kampa tijeke penaber têne bi cih kirin. Şeva ewil li derve, li jêr asîmên derbas dikin. Leyla Salih û bûka wî paşê ji bo payitexta giravê, ji wir jî, ji bo payitexta Yewnanistan hate şandin.

‘EM NIKARIN VEGERIN KOBANIYÊ’
Leyla Saliha ku dibêje ‘Xwedê mezin e’ bi, biryara berî ku bimre neviya xwe Nesrîn bibîne. Bûka wê Zozan jî ji bo ne vegere Kobanî. Zozan diyar dike ku yek ji neviyên Leyla û birayekî wê di şer de mirine û dibêje: “Li Kobanîyê rewş baş bibe jî ji bo me tiştekî ku em li wir pê bijîn nema. Mala me xerabû, karê me tuneye.”
GELO DÊ TEMENÊ WÊ TÊRÎ 2019AN BIKE?

Lê biryara derbarê ku Leyla Salih li Almanya bi xizmên xwe re were gel hev dê di sala 2019an de were dayin. Ji bo Leyla Salih dibe ku 2019 pir dereng be. Neviyê wê Xelîl ji ber rewşê gelekî şaşwaz e. “Em nizanin ka divê em çi bikin. Em bimînin, an em hewl bidin ku em birevin, ku li gel her tiştî em hewl bidin têkevin Almanyayê.


Roj baş Kobanî

Malbateke nexweşeke Kobaniyê banga alîkarîne bi lez dike